Her pênc berhemên Furûx Ferûxzad Hêsîr, Dîwar, Isyan, Vejîneke Din û Baweriyê Bînin Em Bi Destpêka Demsala Sar di kitêbekê de kom bûn û bi navê Baweriyê Bînin Em Bi Destpêka Demsala Sar çap bûn.
Bi kurdiya Hatice Kiliç

‏Ji berhemê
vegere bi min re
vegere bi min re
vegere ser destpêka cism
ser hêlîna bêhndar a yek avikê
ser lehzeya ku ji te afirîm
vegere bi min re
ez nîvco mame ji te

aniha kevok
ser lûtkeyên memikên min
bask vedidin
aniha li nav qozeya lêvên min
perperokên ramûsanê
diponijin ser fikra fîrarê
aniha mihraba laşê min
amade ye bo sicdeya evînê

bihêle di penageha şevê de ducanî bim ji heyvê
bihêle da tijî bim
bi dilopên piçûk ên baranê
bi qelbên hîn negihîştine kamiliyê
bi hecma zarokên hîn nehatine dunê
bihêle da tijî bim
belkî evîna min bibe dergûş bo welidîna Îsayekî din

Baweriyê Bînin Em Bi Destpêka Demsala Sar

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786257253741
Yayın Tarihi :2021-09-28
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :336
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap kağıdı
Boyut :135 X 215
Emeği Geçenler :
Yazar   : Furüx Ferüxzad
Çevirmen   : Hatice Kılıç
İlgili Eserler