Kitêba David Nicolle, Hittîn 1187 / Serfiraziya Herî Mezin ya Selaheddîn di nav weşanên Avesta de derket. Kitêb bi ebatê mezin e û tê de resm û grawurên rengîn cih digrin. Kitêb ji aliyê Aynur Kaş û Fahriye Adsay ve ji ingilîzî hatiye wergerandin. Di mehên pêş de bi eynî awayî çend kitêbên din ên şer, fermandarî, taktîk û stratejî wê derkevin.

Daxuyaniyên dijberiyên herî mezin ên dîrokê, hûrgiliyên stratejî û taktîkên fermandariyê, di merhaleyên girîng ên şeran de serpêhatiyen hêzên dijmin.

Di sala 1187an de, Ewropaya xiristiyan bi bûyerên Rojhilata Navîn lerizî. Ev kitêb behsa wan mehên girîng dike -li Hittînê; li cihê ku şer du rojan berdewam kirî, li penaveke bêav a di navbera Sefuriye û Tîberyayê de, di bin taveke sotîner de yekîneyên Selaheddîn artêşa xiristiyanan hilweşandin, xiristiyan têk çûn û misilmanan Yeruşalem / Quds bi dest xist. Bobelata Hittînê bû sedema hilweşîna Qraliyeta Qudsê û rê li ber Xaçparêzên Sêyem ên di bin fermandariya Rîchardê Iemîn ê 'Coeur de Lion' ['Şêrdil'] de vekir. Kitêb li hûrgiliyên Hittînê dikole û li encamên wê dinêre.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786055279714
Yayın Tarihi :2014-05-25
Yayın Dili :Kürtçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :96
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :165 X 240
Emeği Geçenler :
Yazar   : David Nicolle
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler