Yek ji klasîkên navdar ên edebiyata dinyayê Serpêhatiyên Aliceê li welatekî ecêb a Lewis Carroll, bi wergera Ciwanmerd Kulek êdî bi kurdî ye.

Meselên di vê kitêbê de pêşî ji zarokeke bi navê Alice Liddel re hatin gotin. Vebêjê wan tenê ji bo ku sebra vê keçikê bîne ev serpêhatî ji ber xwe ve derdixistin, û dû re bi xêz û nivîs ew diyariyî wê kirin. Lê qismetê me jî tê de hebû, dawiyê ev çîrok bûn kitêb (1865) û pêşî li nav zarokên Îngilîstanê dawiyê jî li nav ê dinyayê belav bûn. Di sersala sedî (1932) a nivîskarê wê de êdî bûbû yek ji kitêbên herî pirr hatî xwendin ên cîhanê. Lê tenê sebra zarokan neanîbû, tenê xeyalên wan nerengandibû, evê kitêba piçûkan herweha karîgerî li berhemên mezin ên nivîskarê mezin jî kiribû—hemin ku hemû dahî (kesên bilîmet) jî wek zarokan difikirin, ev peywendî ne tiştekî anormal e. Meseleyên ziman, meseleyên vegotin û têgihiştinê, keftûleftên bêdawî ên afirandinê jî di nav serpêhatiyên ecêb ên Aliceê de vediguherin lîstikan. Nebêjin me bi zarotî nexwend û çû, zewq û wateyên ku em ji van çîrokan bigirin heye ku di biçûkaniyê de jî û di mezinayiyê de jî eynê bin.

Kitêbeke bêhemta ji bo piçûkan, ji bo mezinan, û ji bo her demê.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786052246412
Yayın Tarihi :2019-09-23
Yayın Dili :Kürtçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :136
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :130 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Lewis Carroll
Çevirmen   : Ciwanmerd Kulek
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler