Xewn ü Xeyalên Jorge Luis Borges edî bi kurdî ne
Xewn ü Xeyalên Jorge Luis Borges bi kurdî derketin. Kitêbê ji spanî Ciwanmerd Kulek wergerandiye. Jorge Luis Borges yek ji mezintirîn nivîskarên sedsala bîstan e. Kêmnivîskaran bi qandî wî bandor li edebiyata piştî xwe kir. Borges, herwiha, yek ji mezintirîn xwendevanên vê sedsala bihurî bû. Eşqa wî yaxwendinê û kitêban eger ji a nivîsandinê ne pirtir bû ne kêmtir bû.Azmûna wî ya dûdirêj a xwendinê, bê mibalexe, edebiyata berî xwe jîafirand, bi şiroveyeke xweser gelek nivîskar û metnên di qorziyan dederxistin, û bi tevn û rohniyeke nû vejandin. Wî gerdûn wekkitêbxaneyekê disêwirand, û di çîrok û meselên xwe de li pey avakirinagerdûn û cîhanên cihêreng bû. Bêguman berhemên wî yên mişt xeyal ûafirînerî dê ji dinyayê ne temenkurttir bin. Me 14 çîrokên bijare jiberhema wî ya navdar Ficcionesê wergerandin û çîroka wî ya girîngAleph jî tevlê kir û guldesteyek ji afirandina vî hostayê mezin bo xwendevanên kurdî amade kir.
Vê wergera ku bi têbîniyên raveker û ferhengoke fireh hatiye zengînkirin, divê di kitêbxaneya her xwendevanî de hebe.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786059082976
Yayın Tarihi :2000-01-01
Yayın Dili :Kürtçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :168
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap kağıdı
Boyut :130 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Jorge Luis Borges
Çevirmen   : Ciwanmerd Kulek
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler