Abdurehman Nacîm, di sala 1833-34an de li qezaya Şehrezor a girêdayî bajarê Silêmanîyê ji dayik bûye. Navê bavê wî Mihemed Beg e, ji mîrekên Silêmanîyê û kesayetîyeke navdar ê wê deverê bû. Abdurehman Nacîm bi leqeba xwe ya Mewlanbegzade jî tête nasîn. Wî, tehsîl û xwendina xwe, di medreseyên Silêmanîye û Bexdayê de îkmal kirîye, herweha perwerdeyîya hiqûqê dîtîye û di tesewufê de jî bi girêdayî terîqeta Neqşebendî bû. Ew di dawîya salên 1850î de tê Stenbolê û dibe yek ji danerê sîstema kutibxan ...