Sala 2011, piştî malnişînbûna min ji Zanîngeha (University) Mustafa Kemal (Tirkiye), ez çûme Koreya Başûr. Bi deman ra, ez pêgihîştim ku elfabeta Korekî (Han-gil an jî Hangûl) di sala 1443an da, di dewra Xanedanên Coson (Joseon) da pêk hatiye. Eva eşkere ye ku Han-gil, zimanekî bi rêkûpêk û ilmî ye. Ji xeynî vê, pêşvaçûyîna Koreya Başûr, merivan metel dihêle. Rûmetbilindiya wan, dikare bibe deriyê hêzdarî û hêvîdariyê ji bo gelek gelên din ku dixwazin pêşda herin. Yeqîniya min, sînerjiya ji ber ...