Ev pirtûk ji hevpeyvînên ku ji aliyê dezgehên ragihandinê yên cuda ve bi Îbrahîm Gurbuz re hatine kirin pêk tê. Di berhemê de, bi taybetî paşxaneya dîrokî ya xebatên saziyên ku di salên 1990î û destpêka salên 2000î de hatine avakirin, tê nirxandin. Pêvajoyên avakirinê, armanc û xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Enstîtuya Kurdî, Radyoya Yaşamê û Weqfa Îsmail Beşikçi di pirtûkê de bi berfirehî cih digirin.
Di pirtûkê de bersiva pirsên wekî; “Ev sazî çima hatin avakirin?”, “Ji kîjan h ...