Dema behsa qonaxa sereke ya rojname û rojnamegerîya Kurdan bête kirin, bêguman divê navê rojnameya Serbestî û Mewlanzade Rifat, di xetên pêşî de bêne lêkirin. Serbestî, yek ji rojnameya herî temendirêj a salên dawî yên dema Împeratorîya Osmanî û destpêka sedsala 20an e.
Xwedî û berpirsiyarê rojnameyê Mewlanzade Rifat, di sala 1869an de li bajarê Stenbolê ji dayik bûye û lawê nivîskarê navdar Ebdurehman Nacîm e. Ew, bi nasnameya xwe ya rojnamevanî, nivîskarî û siyasetmedarî tê naskirin ...