"Di vê pirtûka destê we de, du paraznameyên Ahmed Guvenî hene: Ya yekemîn di roja 14.8.1997an da, li Dadgeha Îzmîrê ya Cezayên Giran kirîbû, ya duyemin jî di roja 14.07.1999î de ku li Dadgeha Bilind ya Daîreya 5. a Cezayê kirîbû ne.
Dema salên 1990î berçav bê girtin, ez di wê bawerîyê da me ku bêhempatiya wan paraznameyan baştir bê famkirin. Axaftina kurdî ya di dezgeh û sazîyên dewletê da rasterast were qebûlkirin grîng e. Hewildanên ji bo paraznameyên bi kurdî ku hatine nivîsin û di ...