Ahmed Arif di şira xwe ya bi navê 33 Gule de dibêje: Ez hatime kuştin / Xewnên min, ji şevan tarîtir / Kesek napirse rewşa min / Canê min distînin bêecel / Nikarim di kitêban de bi cih bikim.
33 Kurşun / Yas Tutan Tarih kitêba destpêkê ye ku cih dide 33yan. Günay Aslan kitêb ji nû ve di ber çavan re derbas kir. Davut Özalp wergerande kurdî û di nav weşanên Avesta de derket.
Musa Anter di pêşgotina kitêbê de dibêje: ...bûyera 33 Guleyan, ku min gelek xeter dan pêş çavên xwe û li gor tiştên ku hatin gotin nivîsand, ji bo ciwanên me hê bûyereke germ e. Dîtina fikr û ramanên bi şeref yên ku ji pênûsên ciwan derdikevin, ji bo kesekî wekî min kal û rojhilatî -yanî kurd-, ma mukafateke ji vê mezintir heye?
Nivîskar Günay Aslan jî armanca xebata xwe wiha dide nîşankirin: Ev kitêb, çîroka 33 hêvî, 33 evîn, 33 mirovên ku di berbangekê de ji hêla leşkeran ve bi stemkarî hatine kuştin vedibêje...
Bi vê kitêbê; min hewl da wehşeteke mezin a ku ji hêla tu qaîde, ol, bîr û baweriyê ve nayê qebûlkirin raxînim ber çavan. Bûyera di vê kitêbê de tê vegotin; êş û janeke kûr e, çîrokek dijwar e ku nifş bi nifş tê vegotin...
Devamı
Format |
:Kitap |
Barkod |
:9786055585501 |
Yayın Tarihi |
:2011-01-01 |
Yayın Dili |
:Kürtçe |
Baskı Sayısı |
:1.Baskı |
Sayfa Sayısı |
:80 |
Kapak |
:Karton |
Kağıt |
:2.Hamur |
Boyut |
:135 X 195 |