Bêbavîa Şêxo Fîlîk di nav weşanên Avesta de derket. (Bêbavî) Ji serî heta dawiyê meriv dikêşe nava xwe û mereqê li meriv bilind dike ka ew ê bibe çi. Heta dawiyê jî bi xwendina xwe xweş e... Fînal tune û li wir metn dibe weke tabloyeke hunerî, tabloyeke surrealîst û êdî dimîne li ser xwendevan ku ji xwe re fahm bike, ji xwe re lezeteke edebî jê werbigire. Hesenê Metê Şêxo Fîlîk () xwendevên dike rêwî; ji bersivên xumam berî dide pirsên zelal. Na, di vê sehekê û pêhesînê de problemeke bêreng heye: ne mere dikare ji bersivên xumam bawer bike û ne ji pirsên zelal. Lewra ne tam bi awayekî pêewle, ji berbelavbûnê berê xwe daye yekûnê, û ne ji yekûnê berê xwe daye berbelavbûnê. Ji ber vê nepêewlebûnê, pirs û bersivên xwendevên jî daxilî nava pirs û bersivên çîrokê dibin û xeleka yekûn û berbelavbûna tevgeriyayî, bergeha xwe firehtir dike. Her pirs, bersivekê dihukumîne û her bersivek pirsekê. H. Kovan Baqî

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786059082457
Yayın Tarihi :2015-12-01
Yayın Dili :Türkçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :72
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :130 X 190
Emeği Geçenler :
Editör   : Abdullah Keskin
Yazar   : Şexo Filik
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler