Pişi ku ez ji karmendiya dewletê veqetiyam, min 114 û bala xwe da ser dîroka Kurdistanê. Bi rastî ez wiha dihizirîm. Gelo ez ê bikaribim di arşiva Parlamentoya Neteweya Mezin a Tirkiyeyê de belgenameyên di derheqê Kurd û Kurdistanê de bibînim? Li ser vê ramanê min planê xebata xwe çêkir û min li ser dîroka Kurdistanê belgename berhevkirin. Min xebatên xwe li ser sedsala bîstan da domandin.

Ez ji pirtûka di Parlamentoya Tirkiyeyê de Girteyên Rûnieinên Nepenî (Vqari) haydar bûm. Lê ev pirtûk di piyaseyê de nema bû. Ez li Stembolê çûm Sûka Sehafan û li vê pirtûke geriyam. Min di dukanekî de ev pirtûk dît. Li gor pereyê wê demê min bi nirxeke gelek biha ev pirtûk kid. Bi rojan ez liser van girteyan xebitim. Min ev mijar û hinek mijarên din ên têkildarî diroka Kurdistanê di van girteyan de dît.

Di dîroka Kurdistanê de gelek bûyerên tari, nepenî û nezelal hene. Politiqeya dewleta Tirk, ji destpêka amadekariya damezrandina Komara Tirkiyeyê de li ser esasê qedexeya li ser ziman, çand, dîrok, erdnigari, perwerde, aristanî û jiyana Kurdewarî hatiye avakirin. Polîtîkeya dewlata Tirk bi şêweyeke qirêji, li ser b4aftin û tunekirina Gelên Kurdistanê heta îro bi tûndî tê berdewamkirin. (...)

Şemdîn Culemerg

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786052356432
Yayın Tarihi :2018-06-20
Yayın Dili :Kürtçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :152
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :135 X 210
Emeği Geçenler :
Yazar   : Şemdin Culemerg
İlgili Eserler