Berbiska Zer, ji sê pencereyan pêk tê; di ya ewil de serhatiya Sînema parêzer û hevalên wê heye. Ya duyem, Sînema piçûk û Berjenê berxvan û tiştên li dora wan diqewimin ji xwe re dike mijar û di pencereya sêyem de, komeke kontra tê çiyayê Bestanê, komek gerîlayên çavdêr li wê derê ne, rageşiya navberê tê vegotin.

Ev kitêb, bi kurtî hewl dide demeke tarî ya Kurdistanê bide ber ronahiyê û hewl dide paşperdeya bûyerên tarî ku tenê em ji nûçeyên êvarê, bi fesla çend çirkeyan guh lê dibin, xwestiye dest deyne ser. Roman ji nûçeyekê dest pê dike û bi ser wê me dibe piştperdeya ku di nûçeyê de nayê gotin lê mimkûn e pêk hatibe.
Di vê romanê de, mafê gotinê bo hemû aliyên bûyerê; hemû aliyên şer û yên ku pişt re li ser bermahiyên şer hewl didin 'gunehên şer' ronî bikin, terxan dike û guhê xwe dide 'serpêhatî; dubendî, hatûçûyînên derûnî û ruhî' yên her du aliyên şer ên kirde û lêqewmiyan.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786055585914
Yayın Tarihi :2012-05-04
Yayın Dili :Türkçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :256
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :135 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Ömer Dilsöz
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler