Cengname di nava milletên musliman da cûreyekî edebî yê gelek berbelav e. Di serî da li ser Hz. ‘Elî û hinek sehabî an jî mensûbên ehlî beyta Hz. Pêximberî (s.x.l.) gelek vegêran û menzûmeyên şer û mêrxasîyê hatine vehandin. Di seranserî cîhana Îslamî da ev reng cengname hatine nivîsîn û vegotin. Berhemên vê cûreyê ji qedîmen di nava Kurdistanê da werareke baş girtîne. Çi nivîskî çi jî zarekî li ser serhatîyên Hz. ‘Elî û şexsîyetên wekî wî gelek vegêranên pexşan û menzûm di nava kurdan da dihatine gotin û xelkê jî bi keyfxweşî guhdarîya wan dikir. Yek ji van cengnameyan, Cengnameya Mihemed Henîfîyê kurê Hz. ‘Elî ye ku li Kurdistanê gelek belav e. Bi gelek şêwezarên kurdî Cengnameya Mihemed Henîfî hatîye vegotin. Di vê xebatê da numûneyeke Cengnameya Mihemed Henîfî ya bi kurmancî hatîye vehandin û taybetî li deverên Berferêtê bernîyas û berbelav tête pêşkêşkirin.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786256963641
Yayın Tarihi :2024-01-11
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Cengnameya Mihemed Henifi;Metn ü Vekolin
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :1
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :135 X 210
Emeği Geçenler :
Yazar   : Yaşar Kaplan
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler