Çîrokên nû yên Tosinê Reşîd, bi navê Çiya di nav weşanên Avesta de çap bûn. Berê jî kitêba nivîskar a çîrokan Min bêriya şevên spî kiriye derketibû.
(Ji çîroka Çiya)

Ew Çiya ne xalî bû.

Ew Çiya xweyê hêzeke batinî bû, pîroz bû.
Ji ber vê jî çiyayên mayîn çavnebarî lê dikirin, hesûdî lê dikirin û ji sê aliyan ve ew dorpêç kiribûn û diguvaştin ser hev. Lê dîsan jî wî serê xwe bilind kiribû û bi bînfirehî ji jor de li wan mêze dikir. Di nêrîna wî de tu hêrs, tu dilmayîn tune bû. Berovajo, di wê nêrînê de xwebawerî hebû, têgihîştina mezinayê hebû, lêborîn hebû.

Wî zanibû ew ne tayê wan e!
Gor gotina gotiya di salên xortaniya xwe de ew Çiya gelekî bi hêrs bûye, bînteng bûye. Gava go hêrs dibû, lê-lê bû dinyayê xirab bike, agir ber diçû, ji dev û firnên wî agir, alavê dida der.

Lê bi sal û dewranan re hêrsa wî datîne, bîna wî fire dibe.
Û niha kolozekî spî daye serê xwe, şereke spî lê pêçaye, rîşiyê şerê ser xwe de berdane û mîna kalê zemander cîhana dor xwe mêze dike.

Xelkên dorê gişk ji wî re 'Çiyayê pîroz' dibêjin, ew gişk baweriya xwe bi wî tînin, rojên dijwar xwe dispêrine wî. Gava sond dixwin, dibêjin: Ez bi Çiyayê pîroz kim. Ew sond ji bo xelkê deverê kêrta kêvir e, çi gilî-gotin hebin, ew gotina dawî ye, ew gotin serêlodê digire.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786055585754
Yayın Tarihi :2019-06-10
Yayın Dili :Kürtçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :160
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :135 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Tosinê Reşîd
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler