Zargotina gelê Kurd, wekî ku gelek zanyarên zargotinê jî pesend kiriye; yek ji dewlemendtirîn û kevnartirîn zargotina gelên cîhanê ye. Tevî ku heta niha hin xebatên berhevkarîyê hatibin kirin jî xebatên zanistî û tezên li ser zargotina gelê Kurd ên bi rengekî akademîk û bi pergal hatine amadekirin kêm in û ev rastî têra xwe nayê zanîn. Bedran Hîkmet di vê xebata xwe de Destana Memê Alan ku parçeyek ji parçeyên girîng yên zargotina gelê Kurd e, bi awayekî zanistî vekolaye û ew û Mem û Zîna Ehmedê Xanî ji gelek alîyan ve daye ber hev. Nivîskar bi Danberheva Memê Alan û Mem û Zînê xwestiye ku xwendevanan û di ser xwendevanan re jî gelên cîhanê bêtir bi dewlemendî û resenîya zargotina Kurdan bihesîne.Bedran Hîkmet sala 2013’an Danberheva Memê Alan û Mem û Zînê wekî teza masterê amade kiribû û ev berhema li ber destên we ji beşên girîng ên vê xebatê pêk hatiye

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786257724975
Yayın Tarihi :2024-01-30
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Danberheva Memê Alan Û Mem Û Zînê;Vekolîneke Folklorî 
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :276
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :135 X 220
Emeği Geçenler :
Yazar   : Bedran Hîkmet
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler