Ahmedê Gogê di vê berhemê de wekî ku nav (Dengê Kal û Bavên Me) lê kiriye bahsa serpêhatîyên bav û kalên xwe dike. Bav û kalên Ehmedê Gogê û gelek Kurmancên li herêma Qersê û Îdirê û Wanê ku gelekî wan Êzdî bûn di salên dawîyê ên Şerê Hemdinyayê yî Yekê de bar dikin, diçin wî alîyê Çemê Erez(Aras) ku di bin destê Dewleta Ûris de bû. Bi bahskirina bav kalên xwe re bahsa herêma ku ew lê dijîyan, gund û bajar û bajarokên wê herêmê, gel û êl û olên li wê derê, têkilîyên di navbera êlan, gelan, olan û dewletan de, şîn û şayî û dawet û mêvantî û mazûvantîya gelên li wê derê û bûyerên girîng û balkêş ên wê demê jî dike. Nivîskar bi piranî bahsa bûyer û serpêhatîyên salên berî Şerê Hemdinya yî Yekê û piştî vî şerî dike. Berhem bi nasandina kesan û gundên wan î berê dest pê dike. Bûyerên di vê berhemê de bi awayekî kronolojîk nehatiye nivîsandin û nivîskar carinan di ser re bahsa hin dem û bûyer û serpêhatîyan kiriye, lê bi hûrgîlî bahsa dawet, şîn, xwestina jinan, mêvantî û mazûvantîyê kiriye. Nivîskar di vê berhema xwe de bi zimanekî wekî ê çîrokbêjan bahsa bûyer û serpêhatîyan kiriye.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786057535801
Yayın Tarihi :2023-05-15
Yayın Dili :Türkçe
Orjinal Adı :Dengê Kal Û Bavên Me
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :458
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :125 X 205
Emeği Geçenler :
Yazar   : Ahmede Goge
İlgili Eserler