Mela Nûrullahê Godişkî yek ji nûnerên edebîyat kurdî ya klasîk a sedsala 20an e. Jîyana wî gelek di nav şert û mercên xirab da derbas bûye. Ew, dildarê edebîyata kurdî û zimanê kurdî ye. Wî, zimanê xwe yê eslî yanê yanê zimanê kurdî, yek ji ayetên Xwedê dîtîye û parastîye. Ji berhemên Godişkî yek jî dîwana wî ye ku têda bi çar zimanan yanê bi kurdî, erebî, farisî û tirkî kêm-zêde 285 helbest hene û piranîya helbestan bi kurdî ne. Ji alîyê teşeyên nezmê ve helbest ji qesîde, xezel, mesnewî, rubaî û qit’eyan pêk tên. Mela Nûrullhî, bi zimanekî herikbar û xwerû helbestên xwe hûnandine.Dev dost e lê dil dujmin eDil kafir e dev mu’min eDi vê xebatê da Nesîm SÖNMEZ, tenê li ser helbestên wî yên bi kurdî xebat kirîye. Di demajoya xebatê da bi malbata wî ra têkilî danîye û nusxeya dîwanê ya eslî ji malbata wî girtîye û xebata xwe li gor vê nusxeyê kirîye. Di destpêka xebatê da SÖNMEZ, li ser jîyan û berhemên Godişkî sekinîye û pişt ra helbestên wî yên kurdî li gor nusxeya eslî rêz kirîye.Te ew daxa kû kêşaye dilHeya mehşerê dimîne kul

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786256963696
Yayın Tarihi :2024-02-06
Yayın Dili :Kurmanci
Orjinal Adı :Dîwana Mela Nûrullahê Godişkî
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :324
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :160 X 240
Emeği Geçenler :
Yazar   : Nesim Sönmez
İlgili Eserler