“Ez û dayika wê, em pê re çûbûn heta termînalê. Bi maç û hembêz me ew heta navaotobêsa wê oxir kiribû. Otobêsa wê diviya rabûba lê ranebûbû, mabû. Li benda hatinakesekî bû. Em li derve, li ber otobêsê, Gulperîka min di hûndurê wê de, dêmên rûyê wê bicamê ve zeliqî, bi çavên şil li min û dayika xwe dinêrî. Dayika wê jî wekî wê digiriya. Min jîdixwest ez bigirîm û agirê di nava dile xwe de bi hêstirên çavên xwe sar bikim. Lê min pêlîdilê xwe dikir û ez nedigiriya. Ew dêmên wê yên dagirtî yên sorik ku bi cama otobêsê vezeliqandî, xwestekeke har û dîn xiste dilê min. Xwesteka ku ez herim cara dawî wê bigirimber hembêza xwe û ramûsînim. Her çû dîn û har bû. Xwe da ser tevayê êş û derdan û xweli tevayê hebûna min rapêça û zeft kir.Lê, li hember wê car din jî min xwe zeft kir, şidand û şidand. Min xwe ji kirina wê girt. Ezfikirîm ku eger ez vê bikim, ez dê çûna Gulperîka xwe ji bo wê zehmetir bikim. Min ji xwere ew heq nedît.Lê va ye, hêj jî agirê wê xwesteka min a bêmirazmayî di dilê min de. Hêj jî wekî xwe û wêgavê bi tîn, har û şewat, dîn.”

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9789758242504
Yayın Tarihi :2022-02-01
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Efsûna Welatê Min
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :100
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :135 X 210
Emeği Geçenler :
Yazar   : Kemal Yiğit
İlgili Eserler