Romana dawî ya Yavuz Ekinci Endîşeya Pêxember bi kurdî ye.
Piştî birina Brahîm, ya ku Îsmaîl li çiyayê Moriya bike qurbanî bi çar
hezar û sed û duwazdeh sal; piştî Îsa çû ser qebra Lazer a li
Baytanyayê qêriya got: Lazer derkeve derve! bi hezar û çarsed û
heştê û çar sal; piştî ku Utbe bîn ebû Weqqas di herba Uhûdê de diranê Muhammed şikand, bi hezar û sêsed û not û du sal; piştî ku jina
Potîfar Zuleyxayê kurtikê Yûsifê ku digot Dexîlê Xwedê me û direviya
ji pişt ve çirand, bi du hezar û nehsed û heftê sal; (...) piştî
Gilgamêş giyayê nemirinê ji Utanpiştî stand û mar ji wî dizî heft
hezar û du sal; piştî Don Kîşot di sibeheke tîrmehê ya germ de li ser
pişta Rocinantê dest bi serûwena mezin kir, bi çar sed û diwazdeh sal
şûn de ser-milyaket Cibraîlê şeşbaskî daket ser rûyê erdê û ji Mêhdî re got Binêre!
...Û Mêhdî di nav xirecira jiyana rojane de bû pêxember lê vî zemanî
pêxembertî qet ne hêsan e.
Piştî wergera Ayetên li Can Nivîsandî û Erdên Bihuştê yên Winda, romana dawî ya Yavuz Ekinci Endîşeya Pêxember jî bi kurdî ye.
Devamı
Format |
:Kitap |
Barkod |
:9786052246382 |
Yayın Tarihi |
:2019-08-20 |
Yayın Dili |
:Türkçe |
Baskı Sayısı |
:1.Baskı |
Sayfa Sayısı |
:168 |
Kapak |
:Karton |
Kağıt |
:2.Hamur |
Boyut |
:130 X 195 |