Ev pirtûka Ezîzê Cewo (Mamoyan) a Êzdîtî: rastîya wê divê li ku bigerin lêpirsînek a zanistî-rojnamegerî ye, ya ku bûyerên dîrokî, ji demên kevnar heya destpêka sedasala 20 hildigire nava xwe. Di vê da dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê ola kevanar a gelê, kurd êzdîtîyê û wê civaka netewi-bawerî da, tên nirx' anidin û ravekirin, ya ku li ser bingeha vê olê ava bûye.
Armanca vê lêgerînê ew bûye, ku di kontêksta dîroka gelê kurd da, wek peyhatîyê rastedêr ê wê saristanîya kevnar, ji dema padisahtiya Medyayê va û heya êzdîyên îro ravebikin. Û di vê lêgerînê da, li ser vê bingehê û, wisa jî, li ser bingeha agahîyên dîrokî û ravekirina taybetîyên sereke yên ola êzdî û bîrûbawerîya wê, sedemên sereke yên peydabûna dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê vê olê da tên ronikirin.
Û li vir wisa jî, sedemên peydabûna dîtinên lêpovajî û tews ên di derbarê vê ola kevnar a gelê kurd da hatine dîyarkirin, ên ku bûne bingeh ji bo wan nirxandin û siroveyên di derbarê vê ola bi sur û sêr da, yên ku ji hêla lêgerînerên bîyanî (û ne tenê ji hêla wan) û olzanan va hatine pêkanîn.
Di vê berhemê da wisa jî ew sedemên dîrokî yên obyêktîv û sûbyêktîv bi zanistî hatine ravekirin û derketine ronahîyê, yên ku di cîhana kevnar da bûne bingeha çîrokên dûrî hep û sewdayên mirovan û gotegotên nebînayî yên cihêreng...
Devamı
Format |
:Kitap |
Barkod |
:9786059302531 |
Yayın Tarihi |
:2017-06-20 |
Yayın Dili |
:Kürtçe |
Baskı Sayısı |
:1.Baskı |
Sayfa Sayısı |
:284 |
Kapak |
:Karton |
Kağıt |
:2.Hamur |
Boyut |
:130 X 190 |