“Feqiyên Tariyê” romana Selîm Berekat a yekem e. Di vê romanê de herdu meydanên xwezahî û mirovahî yên herêma Cezîrê (Cezîra Sûriye) dibin zemîneke dramatîk î têr û tije. Regên wê herêmê giraniya dîrokê hildigirin; dîroka welêt, dîroka malbata ku ketiye şûna eşîretê, dîroka efsaneya ku rabirdû xistibû mista xwe heya bingeha wê ya efsanewî qulipî û bû rêçeke xeyalane da ku zora wê dîrokê bibe. Mele Bênav dikeve nava helwesteke hawante û ber bi astengê ve tê ajotin. Kurê wî Bêkes sînorê demê yê temenê mirovan derbas dike, ew piştî jidayikbûna xwe dibe sî salî û di dema esrê de dibe çil salî û êvarî dibe pêncî salî. Kêlîka ku ji dayik dibe wiha dibêje: ev astengek e, dema ku biqede hûnê ji bîr bikin, lê ezê demê nebînim ku ji bîr bikim. Efsaneya Bêkes dirêjî dîrok û cografya van mirovan dibe, efsane tev li pêkenînê dibe, belge tev li ecêban dibin, rojev tev li fantaziyê dibe, hizrên gelêrî tev li xewnên sofîzmî dibin û adetên rojane tev li kabûsan dibin.
Devamı
Format |
:Kitap |
Barkod |
:9786055879295 |
Yayın Tarihi |
:2023-07-27 |
Yayın Dili |
:Kürtçe |
Orjinal Adı |
:Feqıyên Tarıyê |
Baskı Sayısı |
:1.Baskı |
Sayfa Sayısı |
:680 |
Kapak |
:Karton |
Kağıt |
:Kitap Kağıdı |
Boyut |
:135 X 210 |