“Dema ku min dest bi hûnandina helbestan kir, ti dîwaneke jinên kurd tinebû. Tenê carinan berhemên Dr. Nesrîn Fexrî, Xurşîde Baban li ser rûpelên rojnameyan de dihatin çapkirin. Heya salên 1970yî tenê berhemên sê jinên kurd hatibûn çapkirin. Ev kêmasiya di nava berhemên kurdî de bû sedem ku ez temaya jinê ji berhemên xwe re esas bigirim û girîngiyeke mezin bidim jinê. Heskirina min a ji helbestê gelekî taybet e. Ez ji helbestên hin helbestvanên kurd gelekî hez dikim û gelek caran ji xwe re dixwînim, lê min ti carî kopyayên wan nekişandine. Dengê min nebûye dengê mêran. Min her tim hewl daye weke jinekê deng û reng û gotinên çand û kultûra xwe bînim ziman, kultûra ku gelek caran dijî kultûra mêran e. Min hewl daye ku ji bo helbestên xwe peyvên herî nazik û delal bi kar bînim, herî baş bixemilînim û di alema helbestan a bedew de bi azadî û bêtirs tevbigerim. Di helbestên min de ti carî jin nebûne temamkerên kar û biker, çawa ku di berhemên piraniya helbestvanên mêr de jin weke temamker û têrker hatine zanîn, eger roleke jinê hebe jî roleke negatîv e. Jin di helbestên min de biker û xwedî roleke erênî, aza, azad, xwebawer, dilovan û biryarder e.” Gerdaney Zengiyane (Gerdeniya Morî) ya Kurdistan Mukriyanî bi soranî û kurmancî (latînî)...

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786258383355
Yayın Tarihi :2023-07-27
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Gerdaney Zengıyane (Soranî) / Gerdeniya Morî (Kurmancî)
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :184
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :135 X 210
Emeği Geçenler :
Yazar   : Kurdistan Mukriyani
İlgili Eserler