Helbest, qêrîna dil û evînê, bilêvkirina êş û janê ye. Xeml û rewşa ziman e, ziman bingeha neteweyan e, wêje jî neynik, teşe, hiş û bîra wê neteweyê ye.
Her netewe bi ziman, çand û wêjeya xwe tê nasîn.
Em dikarin bibêjin di wêjeyê de beşa girîng û ya ku bandorê li ser hiş, raman û hestên civakê dike yek jê jî helbest e. Helbest ziman xweşiktir û dewlemendtir dike. Berî ku mirov nivîsê bibînin peyv dîtine û helbest bi peyvê re çêbûye. Yekemîn carê bi helbestê dest bi nivîsê hatiye kirin, her wiha helbest bingeha wêjeya nivîskî ye.
Her çiqasî gelek helbestvanên me yên nûjen pîştî çend pirtûkên helbestê berê xwe didin roman û çîrokan jî divê rola helbestê ya di wêjeyê û li ser pêşxistin û bîra civakê de tu carî neyê jibîrkirin.
Helbestvan jî ew kes in ku bi hosteyî peyvan di dil û hişê mirov de dineqişînin

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786258305432
Yayın Tarihi :2023-08-23
Yayın Dili :Türkçe
Orjinal Adı :Helbesten Jinen Wejekar
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :208
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :135 X 210
Emeği Geçenler :
Yazar   : Zozan Gulan
Yazar   : Nurcan Delil
İlgili Eserler