Di hikayetên Borges û Márquez da behsa tarîxê bi xwe ji hikayetan pêk tê, lê hikayet piranî fantastîk in li ser erdê rastiyê. Hikayet û behsên di vê kitêbê da teswîrên zemanê çûyî ne ku meriva radikêşine wê demê. Nivîskar wekî epîtaf, rehmet li gora Joyce aniye, û gotina wî kiriye mifteya vê kitêbê, ya ku dibêje; tarîx mîna kabûsekê ye ku huzûrê nade min, û xwe didimê ku jê hişyar bibim. Tevî tesîra wê tarîxa bêhuzûr, ev hikayet ji tarîxa piçûk a nenivîsandî derketine û rastî û xeyalî li hev pêçayî ne. Lê her çi be jî, xeyalkarî, xwe dispêre rehên wê civakê ya ku metnên edebî jê derdikevin. Ev kurteçîrokên han deng û behsên civakê ne û berê me didine mîraseke nenivîsandî ku sewta wan ji nava defterên razayî hişyar dibin.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786258383669
Yayın Tarihi :2024-04-05
Yayın Dili :Türkçe
Orjinal Adı :Hîkayeta Terziyekî û Çend Tiştên Din
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :136
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :135 X 210
Emeği Geçenler :
Yazar   : Rizgar Elegez
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler