Helbestên Egîtê Şemsî ên di Hîveronê de, bêguman helbestên ku heyamekê û demeke dirêj gelek helbestvanên cîhanê bi ber bayê hêz û bandora wê ketibûn û bi rêya vê hêz û bandorê berê xwe dabûn gelê xwe re hevdem in. Ew dem û heyam ji ên şoreş û şoreşgerîya netewperwerîyê bûn. Lê belê heke meriv helbestên Şemsî tenê bi berbaketina heyam û demên şoreş û şoreşgerîya netewperwerîyane ve sînordar bike, meriv dê neheqîyê li helbestên wî bike. Pastoralîya tenik, xwezayî û sirûştî a Kurdistanê, lîrîzma ku wekî çemekî bi hêrs û azadîxwaz diherike tevî lehengîya şoreşgerên ku di nava helbestên wî de, me bi awayekî xwezayî ber bi bergehên helbestê ên nas ve dibe. Em dikarin bibêjin helbestên wî wekî Balladeke dirêj xwezayî û lehengîya mêrxasî û jinxasîya şoreşgerane ye.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786257724890
Yayın Tarihi :2023-11-17
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Hîveron
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :95
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :150 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Egîtê Şemsî
İlgili Eserler