haydar gunduz, di sala 1955'an de li gundê kosa navça qereyaziya erziromê ji dayik bûye. berê dibistana gundê xwe, dibistana navîn li erziromê diqedîne. 1975'an de mehelebaşiya erziromê de ji ber ku li dijî derketin û kutandina çar polêsên fermî, çar mehan di girtîgehê de dimîne. paşê diçe stenbolê heta dawiya 79'an di TMO'yê de karmendiyê dike. her weha înstitûta perwerdehiyê ya ortakoya stenbolê jî diqedîne. di wan deman de xwe di nav refên DDKD'yê de dibîne. bi darbeya 12'ê îlonê dizîvire gundê xwe.

mamostetî pê nedan kirin, 1983'yan de li erziromê muduriyeta niştin û abadaniyê de dest bi kar dike. konsepta 1993'yan de bi angaşta karûbarên bi PKK re hate girtin, êşkenceyên sîstematîk yên herî xedar lê hate kirin û her weha ji ber xebatên xwe yên polîtîk ji kar hate dûrxistin. di wan demên kambax de bêtir li ser zimanê dayka xwe ya gorbihuşt mijûl dibe û sereke rojnameya azadiya welat û çend kovaran de pexşanên wî hatine weşandin. darizandina dadgeha ewlekariya dewletê (DGM) 6 sal kudand, piştî rûspîbûn û karmendiyek bi teqereq 1999'an de dîsa dest bi kar kir, mijûlbûna bi sendîkavaniyê ve 2005'an de teqawît bû û xwedanê pasaporta kesk e!

2009 heta 2012'an di malpera nêrîna aktuel de qunciknivîsariya xwe bi gotarên siyasî didomîne û wesfê xwe yê kurdewarî tim û tim di hinava dilên xwe de dihewîne. bavê; hemreş bedran, şîlan û bedirxan rûşen e. li bajarê îzmîr'ê dijî.
(Tanıtım Bülteninden)

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786059017350
Yayın Tarihi :2017-07-19
Yayın Dili :Kürtçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :112
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :135 X 210
Emeği Geçenler :
Yazar   : Haydar Gündüz
İlgili Eserler