“Ev ne kitêba ‘yextiyarekî’ ye ku bi nostaljî li paş xwe dinêre.Ben-Gurion dema rojên buhurî tîne bîra xwe, bi vê, dema niha û siberojê jî ronî dike.Gotinên li vir yên şervanekî ne ku di heman demê de pisporê mantiqê, kesekî jîr û fîlozof e jî. Temenê wî yî dirêj, ne ku fehma wî ko kiriye, ew nerm kiriye, vizyoneke fireh û kûrahiyek dayê ku kesekî bi qasî wî tijî an biaqilmendî nejiyabe nikare bi dest bixe.”Abraham F. RadZarokê ji getoya Polendê, koçberê bo Filistînê, karkerê erdan û pêşeng, rêxistingerê siyasî, dewletmedar, damezrênerê Hêzên ParastinaIsraîlê û yekemîn fermandarê artêşê, kibbutzger, lêkolîner David Ben-Gurion, di heştê salên xwe de gelek jiyan jiyane.Ji aliyê siyasî yek ji wan kesan e ku şikil danedîrokê… Bi hebûna xwe mohra xwe li sedsala bîstemîn xist û, bi vê, jiyana gelek kesan guherî.Ben-Gurion ku piştî Duyemîn Şerê Cîhanê hişmendiya cihûyan seferber kir û bû mîmarê jinûveçêbûna Israîlê, wek yekemîn serokwezîrê wê rêbertiya welatê xwe kir di wan panzdeh salên kritîk de. Herî zêde para wî heye di parastina dewleta nû li dijî êrişên artêşên heftwelatên ereb, şikildayina saziyên birêvebirinê, avakirina pergala perwerdehiyê û gelek saziyên heyatî yên ji bo jiyana neteweyê.Hewldanên wî pir bibandor bûn di pêşvebirina çandiniyê, avdana derasayî ya axa ziwa ku serbilindiya Israîlê ye û domandina ewlehiyagelê xwe li dijî neyartiya berdewam a cîranên xwe.Ji xeynî kirinên xwe, Ben-Gurion temama jiyana xwe tenê ji bo doza Israîlê terxan kir û, bi vê, bû sembola têkoşîna berdewam a dabînkirina warekî neteweyî ji bo gelê cihû.Thomas R. Bransten

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786258383690
Yayın Tarihi :2024-03-25
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Hummanist ü Şerwan ;Bîranînên Avakar û Serokwezîrê Pêşî Yê Israîlê
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :200
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :135 X 215
Emeği Geçenler :
Yazar   : David Ben-Gurion
Çevirmen   : Fahriye Adsay
İlgili Eserler