Yek ji girîngtirîn metnên helbesta cîhanê Illuminationsa Arthur Rimbaud êdî bi kurdî ye: Birqên Direxşan. Di kitêbê de ku Ergîn Sertem wergerandiye û amade kiriye orijînalê helbestan, frensiya wan jî heye.
Illuminations an Birqên Direxşan, ku ji 41 helbestên pexşan û duyên menzûm pêk tê, bê şik lûtkeya helbest û hunerkariya Rimbaud ye û yek ji girîngtirîn metnên dîroka helbesta cîhanê ye. Her yek ji van birqan, bi gotina Rimbaud, xewneke tîr û çapik e û bi hev re wek kaleidoskopeke bênizam a fenerên sihrî ne.
Kawa Nemir li ser wergera Rimbaud wiha nivîsiye:
Dewrê eyyam ê helbestê bi derewên bêhejmar nifşên debengên ristebend derbas bû, ku ‛eyan e mebest ji vê yekê ne welê bi hêsanî reşkirina wê kelepora civiyayî (qewî çiviyayî heçku) ya mirovayiyê ye, lê, û, paşê Rimbaud hulustî ji wê zêya hurr û xef a helbestê de, ya zehf kêm beşerên beşerxweş ên kelamê rêya xwe bi ser xistî. Illuminations'a bi kilîla zimanî û poetîk a şikûdar a Ergîn Sertemî berceste bûyî bi kurdî bi navê Birqên Direxşan, va ye, delîlê dadaneveya deriyê wî dewrî ye û vekirina deriyê nû ye, hem bo kurdî û hem bo Rimbaud'yê ewledê gerdûnê.
Û, her wiha, ev werger bi xwe, di vê serdema zimanê me de, derseke mezin e bo hemû ehlên dilpak ên zimanê kurdî yên ku xwînê ji xwe berdidin da ku metnên gerdûnî wergerînine kurdî. Ne cihê gumanê ye ku wergera Illuminations'a Arthur Rimbaud bi navê Birqên Direxşan wergereke welê ye ku heq dike her bimîne wekî taca seriyan.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786052246313
Yayın Tarihi :2019-03-20
Yayın Dili :Kürtçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :142
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :130 X 190
Emeği Geçenler :
Yazar   : Arthur Rimbaud
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler