Dibêjin, “Berê gotin hebû.’’ Îro jî heye û li nav me jî heta tu bêjî xurt e. Bi vê kitêba li ber destê we jî nivîskar hewl dide, me hînî vegotineke nû bike. Hûnera afirandina senaryoyeke bêkêmasî, dibe ku wekî labîrentekê mistîk, tevlihev û wekî cîhaneke nenas bi heyecan be. Ev kitêb rêberek e ku ji we re bibe alîkar da hûn kesên xwedî gotin çîroka xwe ya awarte biafirînin. Nivîskar di her beşeke kitêbê de perdeya ser çîrokê radike û çîroka xwîner ber bi perdeya spî ve dibe. Di kitêbê de serpêhatiyên şexsî, şîret û temrînên pîşeyî yên nivîskar hene da ku xwendevan bikaribe hêz û jêhatîbûna xwe bi pêş ve bibe. Pratîk û temrînên bo nivîsandina çîrokê, sazkirina senaryoyê, pêşketina karakter, afirandina diyalogan, xeta vegotinê û hwd. çend mînak in ji van.

“Ji bo Fîlmekî Senaryo” di rewîtiya we de ya ji çîrokekê ber bi senaryoyê ve rêberek e. Bi mînakên balkêş hemû xalên senaryoyê hatine vegotin û bo ku çîroka we bi hemû balkêşiya xwe bixemile, pêdiviyên xwîner radixîne ber çavan. Piştî xwendina vê kitêbê xwîner, bi zimanê fîlmekî dihise û ji bo ku li dû zimanê fîlmê xwe here, baştir bala xwe dide têgehên weke dem, cih, karakter, tevgerên kamerayê û hwd.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786258383553
Yayın Tarihi :2023-12-13
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Ji Bo Filmeki Senaryo
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :176
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :130 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : A. Rahîm Kiliç
İlgili Eserler