Hîmên afirandina dewlemendiyê ji bo hemû civakan li ser rêgezên gelekî girîng ên giştî yên derbasdar in. Ev rêgez bêyî ku mirov wan bi awayekî armanckirî û bi zanebûn bisêwirînin weke encama tevgera mirovan derketine holê. Bi peresînê heta roja me hatine û ji aliyê tu kesî nehatine dahênan.

Pergala nirx û bihayan bûye amûra jêveneger a afirandina dewlemendiyê. Hiştiye ku zanînên qetqetî ku di hişê mirovan de belavbûyî ne bi awayekî bandorker werine bikaranîn.

Pergala nirx û bihayan weke ofîseke gelekî mezin a zanîn û pêşniyarkirinê dixebite ku tevger û daxwazên mirovan kontrol dike. Gelek caran sînorên têgihîştina mirovan derbas dike û bi saya pêvajoya hilberînê ya nûwaze û têkilhev dihêle ku dewlemendî were afirandin.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786059823241
Yayın Tarihi :2018-01-12
Yayın Dili :Türkçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :144
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :105 X 140
Emeği Geçenler :
Yazar   : Marc Swanepoel
Grafiker   : Mesut Koçak
Çevirmen   : Aydın Rengin
Editör   : Abdulsıttar Özmen
İlgili Eserler