Ji Şêrzad Hesen, klameke dûdirêj a hezar û şevekê li ser bedewiya jinê... Jixwe ji hemûyan nexweştir li cem min çîroka xeniqî û negotî ya wan jinên xinanî bû ku qesabê kalemêr rojekê ji rojan jivan bi wan re danîbû, ew jinên tenê, bêdost û şermîn ku heya dimirin nikarin raz û niyaza dilê xwe li cem tu kesî eşkere bikin, ewên ku bi dizî li vê jiyanê dijîn; keç û jinên bi destê çîrokên heram û mirinê ve girêdayî yên ku çîrokên xwe yên bêmiraz bi xwe re dibin gorê ji ber ku qet û qet kesek tune weke vî qesabê pîr û kal bi ciwanmêrî û comerdî qala ciwanî û şeydabûna wan bike. Belê ev jinên ku tenê mirin wiha dike eba, çarik, laçik û nîqabên xwe bavêjin da ku kefen li xwe bikin. Ev jin kî bûn? Malên wan li kû derê bûn? Navên wan çi bû? Li kîjan goristanê bi wan hemû nehêniyan hatin veşartin?... Hinek jin hene bi xwe xinanî ne û bi xinxineke xweş û şêrîn dipeyivin. Jina xinanî min dikuşt, zirgîna di dengê wan de min dîn dike. Dengekî ku xwediya wê hem perîşan û xembar e, hem tije hewes û hêvî ye. Keko zirgîna çi, kolekola ava şerbetê çi û awaza bilûra bilûrvanekî evîndar nagihiyê. Herdem vedenga wan dengan, dengên qalind û dagirtî yên jinên xinanî di guhê min de heya vêga jî dike zinge zing. Dengê tu teyr û firindeyekî ezmanan bi qasî dengê jineke xinanî li cem min ne xweş e.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786055585815
Yayın Tarihi :2011-03-25
Yayın Dili :Türkçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :79
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :130 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Şerzad Hesen
Editör   : Abdullah Keskin
Grafiker   : Ahmet Naci Fırat
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler