Kela Dimdimê ji nû ve
Çapa 4an a Kela Dimdimê ku ji aliyê Jan Dost ve hatibû nivîsandin di nav weşanên Avesta de derket. Yekem çapa kela Dimdimê di destpêka salên 90î de çap bûbû û rastî elaqeyek baş hatibû.
Destana Kela Dimdimê, pelek ronî ye di nav pelên dîroka gelê Kurdistanê de ye, destana mêrxasiyê ye, destana berxwedan û serbilindiyê ye, destana kesên serê xwe ji dijmin re danaxin, destana kesên eniya wan li eniya rojê ye. Ev destan dide xuyanê ku Kela Dimdimê ne bes kelehek e ku şer kir û çû. Ne bes serkêşiya mîrekî bû û çû. Ne bes mêrxasiya çend sed siwarî bû û çû.
Kela Dimdimê serbilindiya kurdan berçav dike, fedekariya millet berçav dike. Kela Dimdimê şanî me dide, riya ku divê milletê kurd seraser bidê ser. Riya berxwedanê, serfiraziyê, ne riya bindestî û koletiya dijmin.
Çerxa dîroka Kurdistanê va ye, dîsa ketiye berxwedanê. Zaroyên Kawa, qehreman û egîdên Kurdistanê dîsa dîroka serfîraziyê dinivîsin, ala berxwedanê bilind û bilind dikin.
Devamı
Format |
:Kitap |
Barkod |
:9786055585709 |
Yayın Tarihi |
:2011-09-01 |
Yayın Dili |
:Kürtçe |
Baskı Sayısı |
:1.Baskı |
Sayfa Sayısı |
:192 |
Kapak |
:Karton |
Kağıt |
:2.Hamur |
Boyut |
:130 X 195 |