Gregor Samsayê gava ku sibehekê ji xewnên xwe yên qerebalix hişyar bû, bi xwe hisiya ku ew di nava nivînê xwe de veguheriye kêzikekî terrikî.” Ev hevoka pêşîn aVeguherîna Franz Kafka, heq e ku mirov bibêje, yek ji navdartirîn hevokên pêşîn e di nava hemû hevokên pêşîn ên hemû deqên wêjeyî de. Bazargerekî bi navê Gregor Samsa, yê ku reng e gîyancêwiyê nivîskarê xwe bi xwe ye, bilaşûgewdebûn û bercestebûna hêmaya havîbûna takekes a di navacivaka xebatêde ye, hêmaya derasayî ya ku derîyê honakeke hem tîr, hem jî rohn vedike û bi havîbûn û bendetîya takekes a ku bi her şêweyî dinimîne, xwendevanê xwe digire dixe pey wê cotpirsa ku bersiva wê zehmet e bê dayîn: Gelo mirov ew zindî ye, yê ku zerengîya xwe ya hestkirina bi kêzikbûna xwe ji dest daye? An jî gelo kêzik ew zindî ye, yê ku zerengîya xwe ya hestkirina bi mirovbûna xwe bi dest ve anîye? Veguherîn. Yek ji sertacên çîroka nûjen a mirovahîyê û di nava ‘hemû berhem'an de, karîbara Franz Kafka. Êdî bi Kurdî. Bi wergera Fatih Aydınê ku yek ji wergêrên me yên xort e. Bi Kurdîyeke ku serfirazîya Kurdî ye.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786257724869
Yayın Tarihi :2023-11-17
Yayın Dili :Türkçe
Orjinal Adı :Keleha Dûr
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :408
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :130 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Bawer Rûken
İlgili Eserler