Yekem kitêba Harbî Soylu a çîrokan bi navê Koçera Kej ji nav weşanên Avesta derket. Harbî Soylu di destpêka salên 90î de kete hepsê. Dor deh salan di hepsên Diyarbekir, Entab û Bartinê de ma. Di hepsê de dest bi xwendin û nivîsandina kurdî kir. Çîrokên wî heta niha gelek xelat wergirtine.

Ji çîroka Koçera Kej

Serê vê sibehê bêhna te û bêhna payizê bi hev ra bi ser min da tê, bi bayê ecem ra. Ev çend demsal in ez ji te û ji bêhna te, ji bedewbûna te, ji xeml û rewşa te bêpar û bêxeber im. Ez bîra te dikim. Bîra zaroktiya te, bîra bedewbûna te û bêhna porê te dikim.

Çend sal in te nabînim? Nizanim, gelo ez qet dikevime bîra te an na? Gelo tu jî qet bîra min dikî an na?

Payizeke sar bû. Cot û cobar xelas bibûn. Zozan daketibûn deştê. Koçeran koçên xwe bar kiribûn, ber bi welatê jêrê diçûn. Wê demê bi kesereke giran, koça min jî bar kiribû, koçera min a kej. Dema malbavên te konên xwe pêçan, wê demê te jî konê evîna min pêça û danî pişt sitûnê. Wê demê xem û xeyalên min, bi te ra ketin xurca li ser pişta hêstira we ya boz û bi te ra li çol û mexelan geriyan. Nizanim te li çend waran danî? Dibe ku te qet ji ser pişta hêstirê jî daneynin.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786055585457
Yayın Tarihi :2011-05-27
Yayın Dili :Kürtçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :112
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :135 X 205
Emeği Geçenler :
Yazar   : Harbi Soylu
İlgili Eserler