Ez di nav rastî û xeyalan de dijiyam. Rastî û xeyalên min carina bi hev re mîna babîsokekê li ser serê min radibûn, ez dikişandim û dibirim. Ez carina ji xwe, ji rastiya xwe, ji serborî û bîranînên xwe bi dûr diketim û tenê dema niha dijiyam; carina jî min digot tep û ez li erdê diketim û bi hemû rastiyên xwe dihesiyam. Ev çi bû ya ku hatibû serê min?
Romana Firat Cewerî ya bi navê Ez ê yekî bikujim ku di çapemeniya kurdî û tirkî de dengekî bilind vedabû û bal kişandibû ser birîneke me ya kûr, vê carê derbasî Lehiyê dibe. Lehî wek dewama Ez ê yekî bikujim bi serpêhatiya hersê karakterên sereke; Dîana, Temo û Nivîskar dewam dike. Temo kî kuşt? Çi bi Dîanayê hat? Nivîskar di rewşeke çawa de vedigevize? Kî û çi bûye sebeba trajediya jiyana van lehengan? Cewerî bi hostetî dadikeve kûraniya ruhiyeta karakterên xwe, bêyî ku alî bigire, balê dikişîne.
Devamı
Format |
:Kitap |
Barkod |
:9786055279950 |
Yayın Tarihi |
:2014-05-24 |
Yayın Dili |
:Kürtçe |
Baskı Sayısı |
:1.Baskı |
Sayfa Sayısı |
:224 |
Kapak |
:Karton |
Kağıt |
:2.Hamur |
Boyut |
:135 X 195 |