Yaqûb Goçerî, di wê demê de gelek ceribînên wî ên çîrok, helbest û romanê çê bûne. Bi fotografkêşî û sînemayê re mijûl dibe. Di heman demê de bi navê Jenura û Hesin senaryoyên fîlman nivîsandiye. Lîstikên wî ên şanoyê ên bi navê Anadolu Rehabilitasyon Merkezi (Navenda Rehabîlîtasyonê a Enedolê), Wekî Xwe, Genim Zer hatin pêşandan.Di sala 2005'an de li Swîsreyê bi cî dibe. Perwerdeyîya xwe a fotografkêşîyê li wir didomîne û karê fotografkêşîyê li wir dike. Derbarê sînemayê de gelek gotar nivîsandiye. Bi navê Tree of Ararat belgefîlmek çê kiriye. Hê jî li Genevayê wekî fotografkêş kar dike û li wir dijî. Li Benda Ketina Ûsiv pirtûka Yaqûb Goçerî a pêşîn e.Rih e ev qetqetî ye bi pê elimandinên hezar salî ketiye. Rih e ev şûtşûtî yeHer mirîyî ji xwe zêde kiriyeQetek ji rih ji teralîyê hez dike qetek jê ji xewê.Qetek tî dibe avê dixwaze qetek nêzîkî agir dibe ji sermayêQetek bêdeng e qetek diqîre qetek ron e qetek tîr eSpî xuya dike hinekLê qîr eHinek jê xwe dide ber her barî, tu dibêji qey bergîr eHinek jê sermest e, hinek jê kêmdest e, hinek jê kêmxwest e Hinek je kêmrast e, hinek jê şaş, hinek rast e, hinek jê wekî dewHinek wekî mast e, hinek jê helbest, hinek jê helwest e

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786058140837
Yayın Tarihi :2019-07-29
Yayın Dili :Kürtçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :77
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :130 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Yaqub Goçeri
İlgili Eserler