Şairin Omayra, Sahtiyan, Oda Poster ve Şeylerin Kederi ile Kum Saati´nden 23 şiirini bir araya getiren Kürtçe şiir seçkisi. Kitabın adı Kalbimin Doğusunda anlamını taşıyor.

Ji van şiîrên di vê berhevokê de; Berê (Önce), Xwîn, Xwê, Mirî (Kan, Tuz, Ölü),
Me Ji Bîr Nekir (Unutmadık), Mîrên Payîzê (Güz Beyleri), Kurtik (Gömlekler), Şivanên Şevê (Gecenin Çobanları), Du Kêr (İki Bıçak), Kêrên Jibîrkirî (Unutulmuş Bıçaklar) ji Omayra; Erdên Bêdeng (Issız Topraklar), Sextiyan (Sahtiyan), Barîna Hespan (Atların Yağması), Varaka (Varaka), Çiya û Kapîtal (Dağlar ve Kapital), Rawirên Xwînê (Kan Yaratıkları), Pirsa Kêmnetewitiyê (Azınlık Sorusu), Ew Teyrên Kelaşan e (Onlar Ceset Kuşları) ji Sahtiyan; Metala Eşqê ya Tarî ji Oda, Poster ve Şeylerin Kederi; Xewnên Prensesên Şiyarbûyî (Uyanmış Prenses Rüyaları) û Berbang û Şahmaran (Şafak ve Şehmaran) ji Kum Saati hatine hilbijartin.

KURTIK

Kurtikê ku diguhêze çermê min
Deqa ku ma li ser çermê min
Agirê buhurî ji laşê min
Dax bû mû girt xwe veşart
Ji xwe re deviyekê dît
Di gewdê min î kûr de
Bi xwe guhast demsalan
Ava di tenêtiya wê de veşartî, siya tarî
Kemîn veda ji xwe re
Nêçîra xwe bi xwe bijart
Di tariya bineynik a sûkan de
Bi cawan falê vekir li gewdê xwe
Kurtik kurtik kurtik bûn
Hevrîşmê deranî agir wergirt
Kemînê danî mirinê wergirt
Çavên wî çavên tariyê
Him bi darê him bi daristanê
Him jî bi wateya wan î li ser zimên deranî
Kurtikê kevoka ye, got, kurtikê ji êgir,
Agir deranî kurtik li xwe kir
Siya her kurtikî
Kuta, guhert laş
Melkemotê min
Hat ku min bibe
Ez ê di neynikê de
Ez ê di kemînê de
Qelişîm, perçe bûm
Agirê dinaliya bûm
Agirê li zimên bû şiîr
Şiîr bû melkemotê min


Ez kuştim, xwe li xwe kir
Ev dinya hûn jê re dibên rastî
Ji xwe kir min hemû kurtikên wê
Cinoya dojehê bi şiîrê hîn bûm

Min li xwe nekir careke din
Min li xwe nekir


Hezîran 1993



Murathan Mungan di sala 1955an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Zarokatî û xortaniya wî li Mêrdînê derbas dibe. Li Zanîngeha Ankara di Fakulta Zimên, Dîrok û Coxrafyayê de Bêşa Tiyatroyê dixwîne. Di vê beşê de master kir. Wek dramatûrg li Tiyatroya Dewletê ya Ankara şeş sal û li Tiyatroya Bajêr a Stenbolê jî sê salan xebat kir. Demekê bi karên weşanê jî daket; di Rojnameya Sözê de berpirsyariya rûpelê çand û hunerê kir û ji Weşanxaneya Remzî re rêzeke wêjeyî ya taybet amade kir.
Berhemên Murathan Mungan di nav çeşnên edebî de xwedî cihekî fireh in. Helbest çîrok, pexşan, ceribîn, rexne û lêkolînên wî di rojname û kovarên cûr be cûr de hatine weşandin, li gel van lîstik û gotinên stranan, senaryo jî nivîsandine. Heta niha bi vî şiklî li dor 20 kitêbên Murathan Mungan hatine weşandin. Êdî bêhtir bi helbestên xwe yên di Sahtiyan û Yaz Geçer de, di çîrokan de jî bi çîrokên xwe yên Cenk Hikayeleri û Kırk Oda hatiye naskirin û hejmara xwendevanên wî zêde bûne. Kitêba wî ya yekemîn a bi navê Mahmûd û Yezîda ye (1980). Di 1981î de ji şiîrên Orhan Velî lîstikek çêkir. Lîstikên wî yên Mezopotamya Üçlemesi piştî weşendina Taziye û Geyikler Lanetler dawî li wan hat. Di 1994an de ev hersê lîstik li pey hev salekê li Tiyatroya Dewletê ya Antalya û Festîvala Tiyatro ya Navneteweyî li Stenbolê hatin leyîstin. Mungan ji bo koma Yeni Türkü jî gotinên stranan nivîsî û ew stran baş deng vendan. Murathan Mungan li welêt û derveyî welêt beşdarî gelek programên hevpeyvîn û xwendinê bûye. Niha li Stenbolê dijî û ev demeke dirêj e ku jiyana xwe bi nivîskariyê didomîne.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9789753421317
Yayın Tarihi :2000-01-01
Yayın Dili :Kürtçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :72
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :125 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Murathan Mungan
Çevirmen   : Rûken Bağdu Keskin
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler