pirî caran porê te yê gijolî

tê mîna pisîkekê vedizele

û tilîkên min ên hişkelokî

difirikînin firkên pişta porê te


Monologên Evînên Kedîkirî pirtûka yekem a Mem Bawer e. Pirtûk ji sê beşan pêk tê: “Xewna helbestên bêmejî”, “Xewna mejîyên bêhelbest” û “Bêmejîbûna helbestê”. Helbestkar, monologên binhişê xwe bi rêya helbestê anîye zimên. Di beşa pêşî de piranî helbestên tekane hene û bi tenê li ser mijarekê hatine nivîsîn. Mem Bawer, di beşa duyem de piranî pexşanhelbestên xwe bi cî kiriye û helbestên vê beşê bêtir li ser bingeha monologên jîyana civakî hatine afirandin. Di beşa sêyem de jî bi hin teknîkên cuda helbestên xwe nivîsîne. Pirtûk hem derîyekî hesteyar li hemberî mirovan vedike, hem jî dike ku xwendeyên helbestê li monologên jîyana xwe ya veşartî mikur bên û ew hestên wan li ser zimanê wan bibe dîyalogên jîyana wan.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786256626027
Yayın Tarihi :2024-03-08
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Monologen Evinen Kedikıri
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :120
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :135 X 210
Emeği Geçenler :
Yazar   : Mem Bawer
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler