Monologên Li Ber Şibakeyê ji neh çîrokan pêk tê ku her çîrok bi tena serê xwe gelek hestên mirovane di xwe de dihewîne. Têmayên wek tenêtî û penaberiyê li ber şibakeyên hezkirin, bêrîkirin, bêdengî, şev, dûrbûn, nebanî, xweza, rêwîtî û hwd de bi wêrekî û zîrekî hatine honandin.

Hêjayî qalkirinê ye ku her neh çîrok jî bi ferhengeke jinane hatine nivîsandin. Çîrokên bi çav, hest û ferhenga jinane hatine nivîsîn, qalibên vegêranê yên di mêjiyê me de serobînî dike û bi honak û atmosfera xwe ya herikbar mirov jî bi xwe re dixe nava bûyer û herikîna xwe.

Çîrokên di berhemê de bi mijarên xwe gelek caran dilzîz bin jî vegotin û resenîya ruhê femînen ê metnê wek rengên keskesorê li hev in.

Gulbejnê di berhema Monologên Li Ber Şibakeyê de bi hiş, hest û ferhenga rengîn a jinane dike ku mirov çêjeke taybet ji çîrokê werbigire.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786259416588
Yayın Tarihi :2024-03-06
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Monologên Li Ber Şibakeyê
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :100
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :135 X 210
Emeği Geçenler :
Yazar   : Gulbejn
İlgili Eserler