Di vê pirtûka destê we de, du paraznameyên Ahmed Guvenî hene: Ya yekemîn di roja 14.8.1997an da, li Dadgeha Îzmîrê ya Cezayên Giran kirîbû, ya duyemin jî di roja 14.07.1999î de ku li Dadgeha Bilind ya Daîreya 5. a Cezayê kirîbû ne.

Dema salên 1990î berçav bê girtin, ez di wê bawerîyê da me ku bêhempatiya wan paraznameyan baştir bê famkirin. Axaftina kurdî ya di dezgeh û sazîyên dewletê da rasterast were qebûlkirin grîng e. Hewildanên ji bo paraznameyên bi kurdî ku hatine nivîsin û di dadgehan da hatine an jî werine xwendînê gelekî grîng in û xwedî bêhempatiyeke mezin in.

Reaksîyona dijberîya dadgehan ya ku bi ferman, şikil û helwestekî dijberî kurdî; tu tirkî dizanî, tirkî biaxife..! dibêje û dibe. Dijî vê helwestê divê parazname jî; ez jixwe bi tirkî dizanim, lêbelê bi zimanê xwe yê zikmakî diaxifim, bi zimanê zikmakî dinivîsim.. bibe!.. Bi mafê axaftin û nivîsina zimanê zikmakî ya xwezayî, ji ber ku kurd in, ji ber ku kurd jî civakek in û ji vê bonê jî mefê xwe yê rewa yê navneteweyî bi ziman dibe. Bi mafê axaftin û nivîsinê, ji kurdbûnê, ji civatekî kurdbûnê mafekî rewa bi bîr û ziman dibe.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786059073363
Yayın Tarihi :2017-07-01
Yayın Dili :Türkçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :240
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :135 X 215
Emeği Geçenler :
Yazar   : Ahmed Güven
İlgili Eserler