Suzan Samanci, di romana xwe ya duduyan "Payîz an jî Ziyab’’ de çîroka mamosteyeke edebiyatê ku ji karê xwe hatiye avêtin vedibêje; di hişmendiya wê ya parçebûyî de rêwîtiyeke biefsûn dest pê dike. Xewn û kabûsên wê, di bîra wê ya bêbinî de tiştên difûrin rast in. Di têkiliya bav, dê û qîzê de sêqoziyek ecêb heye. Herwiha ev sêqozî bi pîvanên civakî û derûnî ebra xwe fireh dikin. Ji bo xerabiya bavê xwe jibîr bike xwe dispêre kitêban. Dûrî, netêrbûn, dilşikestin, tirs û weswese li ser guliyên darê xwe ditelînin. Siya bavê wê hertim li hemberî wê ye û di dil û hişê wê de wekî şayiseke zindî ye ew roja bavê wê ji Toroseke spî peya dibe. Bavê wê wekî dûpişkekî di nava mêjiyê wê de vedide, derziya dûvê wî li ser milê wî ye û nobedariya wê dike. Ji wan dîmenan qet nafilite, tê ber bavê xwe: “êdî ew dewran çû!“ Hebûna wê dibe qurmê daran, guliyên xwe wekî jineke dilovan ber bi asiman ve geş dike. Ji porê diya wê bêhna Nebûlayê dihat û rondikên wê diketin xwarê, li erdê vediguherîne incûyan.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786258383751
Yayın Tarihi :2024-03-29
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Payiz An ji Ziyab
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :88
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :135 X 210
Emeği Geçenler :
Yazar   : Suzan Samanci
İlgili Eserler