Romana Bextiyar Elî, Qesra Balindeyên Xemgîn bi kurmancî derket. Roman ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin. Heta niha du romanên Bextiyar Elî, Êvara Perwaneyê û Apê Min Cemşîd xan ku her tim bê ew li ber xwe dibir bi kurmancî derketine û elaqeyek baş dîtine.

Sewsen Fîkret, keçeke ciwan, bêyî ku çûbe derekê wir dizane, dinyayê ji kitêban dinase. Hemû jiyana xwe li kitêbxaneya bavê xwe derbas dike. Mensûr Esrîn, xwendekarekî gênc ê zanko, xortekî romantîk Kameranê Selma, kêrkêşekî jîr, xortekî çavsor Xalid Amûn, ji eşîrek mezin, tolazekî dewlemend

Mensûr, Kameran û Xalid, her sê jî aşiqê Sewsen in. Lê ji bo zewacê ji her sêyan re jî şertekî wê heye: gerek e biçin, 8 salan li dinyayê bigerin, teyr û balindeyên ku kêm tên dîtin bibînin û bînin. Ewê dawî qerara xwe bide, ji her sêyan yekî hilbijêre û pê re bizewice. Her sê aşiq jî soza xwe tînin cih, her yek bi sedan balindeyên rengîn û nenas re vedigere. Sewsen Fîkret, hemû balindeyan li malekê kom dike, navê mala wê dibe; Qesra Balindeyên Şîn. Lê ne ew kesên berî 8 salan e, ne şar eynî şar e êdî sal di ser Enfalê re çûne, tu hebûna be'siyan li welêt nemaye, hêdî hêdî dengê şerê navxwo tê. Bi şerê birakujiyê re rengê qesrê diguhere, dibe; Qesra Balindeyên Xemgîn.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786055279868
Yayın Tarihi :2014-05-01
Yayın Dili :Türkçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :416
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :130 X 210
Emeği Geçenler :
Yazar   : Bextiyar Eli
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler