ji berê de tehemûl û rêzgirtina wan ji olên din re heye û qîmeteke mezin didin berhemên kevn. Ew îbadetên xwe li ber wan ziyaret û tiştên kevn tînin. Êzîdî ji qewmiyeta xwe ve Kurd in û ji Kurdistanê ne, ew hema bêje tev bi Kurmancî diaxivin. Di vê herêma welatê Xalta de berê Xiristiyan û Êzîdî dijiyan. Eşîra Eleka di destpêka sedsala 19an de hatiye herêmê, di wexta Mîrzikê Zaza de ew hatine. Mezinên wan Remo, Dîbo û Sîno bûn. Remî, Reşkotî û Pençawarî jî niştecihên kevn nîn in. Bi hatina van û fermana ku di dawiya sedsala nozdehan de hatiye ser Êzîdî û Xiristiyanan, yekcar bi fermana sala 1915an a Ermeniyan demografiya herêmê tam guheriya. Bi guherandina demografiyê, Êzîdî di herêmên xwe de bûn kêmî, ew qels û lawaz bûn, desthilatiya herêmê ji destê wan derket û ket destê eşîrên Kurdên Misilman.
Devamı
Format |
:Kitap |
Barkod |
:9786257085502 |
Yayın Tarihi |
:2023-04-28 |
Yayın Dili |
:Türkçe |
Orjinal Adı |
:Rastıya Tawûsê Melek Û Çend Rastıyên Êzdıyatıyê |
Baskı Sayısı |
:1.Baskı |
Sayfa Sayısı |
:185 |
Kapak |
:Karton |
Kağıt |
:Kitap Kağıdı |
Boyut |
:135 X 195 |