Şi'ren Bro Omeri bi nave Rewşa Welet di nav weşanen Avesta de derketin.

Şerefxan Ciziri, şi'ren Bro Omeri wiha dinirxine: Di stil û mijara xwe de Bro Omeri weke helbestvaneki klasik tevdigere, huner û perwerdebune bi hevdû re dihune u li ber me datine. Kerem bikin dibeje! Peyamen wina carna dibin helbest, carna gotaren siyasi, carna dibin çirok, carna dibin fabl, carna dibin qerf... Formen edebi li ba Bro Omeri ne yek tene ye. Ew di xebaten xwe de formen curbecur bikartine. Form çiqasi ji bona wina giring be ji, form hergav di xizmeta peyame de ye. Li gora peyama xwe ew formeke edebi hildibijere, zanebuna xwendevan li ber çavan digire u dixwaze bi riyeke safi peyama xwe peşkeş bike. Gava ku di helbesten li ser Eliye Seroxan, Kerime Eliye Remo, Bekir Axaye Omeri de gotinen huneri ten gotin, weke buyer ew hemu rast in. Huner u rasti hevdu timam dikin. Di bingehe xwe de ew bûyer baş tene zanin. Ji bûyeren sosyal niviskar helbesten huneri direse. Bro Omeri serpehatiya wan miroven balkeş kiriye helbest u bi zimaneki dewlemend, bi zimaneki biherk ev rasti peşkeşi xwendevanan kirine. Stila Bro di her mijare de wilo peş de diçe. Helbest u nivisandinen Bro Omeri rewşa welat rapor dike, gili u gazinan dike u hale kurdan radixe ber çavan...

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786055279493
Yayın Tarihi :2015-01-10
Yayın Dili :Türkçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :144
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :130 X 200
Emeği Geçenler :
Yazar   : Bro Omeri
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler