Şevên Winda Wêneyên Meçhûl, hem yekem romana Dilawer Zeraq hem jî yekem romana Sêyîneya Winda ye ku nivîskêr sêyîne bi du romanên dî (Mirina Bêsî-Nexşên Li Giyan) tevav kir. Romana Şevên Winda Wêneyên Meçhûl, di ser têkiliya jina Tirk Yasemîn û jina Kurd Seyran re, ku di kombûneke Dayikên Şemiyê de hev nas dikin, êş û azara dayikên şemiyê ku ew di payîna windayan de dikişînin, qal dike. Her wiha, di romanê de em pê dihisin ku, êş ne tenê êşeke takekesî ye û loma jî, çi çaxê hîskirin û pêjnkirina êşê a di asta civakî de pêk hat wê çaxê em ê karibin bêjin ku me hay ji êşa me heye.

Roman, bi zimanê xwe î petî û zelane, aştiya ku pêkhatina wê a di nava civaka Kurdan û Tirkan de de tê hêvîkirin, ji hêlekê dî ve datîne mexderê; ku em di reng û awayê têkiliya Seyran û Yasemîn de vê yekê xweşikî dibînin.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786059014755
Yayın Tarihi :2023-05-15
Yayın Dili :Türkçe
Orjinal Adı :Şevên Wında Wêneyên Meçhûl
Baskı Sayısı :2.Baskı
Sayfa Sayısı :98
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :130 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Dilawer Zeraq
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler