Ji bo edebiyata H.Kovan Baqî, divê mere dakeve bin erdê û bide dûv ruhê mirîyan. 265 Di vê meşê de pênûsa KovanDînizm berê me dide gerdûna kaotîk a Kurmancî û derîyê afirîneriyê bi şêwazeke nû li me vedike. Û ev derî hezar deriyên dî vedike. Û her derîyekî dî hezar derîyên dîtir vedike. Û vebûna derîyan her berdewam dike. Di navbera KovanDînizm û KovaNizm de pirek heye; alîyekî pirê digihîne bêsînorîyê û aliyê din digihîne abaDînîyê.
[Yildiz Çakar]
H. Kovan Baqî, serdemeke nû di edebiyatê de daye dest-pê-kirin, ku sînor û bêsînoriya wê bi gotinan hatiye danîn; yanê sînor û bêsînoriya vê edebiyatê, ji Hiçbûneke bêserî digihîne HÎÇbûneke bêbinî.
[Asya Dawid]
Ji bo çavên ku dikarin bibihîzin, guhên ku dikarin bibînin, ruhên ku dikarin bipelînin metnên Kovan cîhanên mezin in ku ji giroverika hundirê 0'ê dizên û ji îro xwe digihînin do, ji do xwe digihînin pêr, ji pêr xwe digihînin pitir pêr û ji helbestê digihînin çîrokê ji çîrokê digihînin efsaneyê ji wê digihînin destan û romanê û antîromanê û dîsa vedigerin di hundirê 0a xwe de rûdinên an jî îluzyoneke werê çêdikin...
[Umran Aran]
Dikare bê gotin ku bi ezmûnên modernîst re gelek berhemên ecêb, metnên li dijî adetên edebî derketin. Heta hinek jê seba ku pêwendiya navbera bûyeran pirr sist e, ne diyar e ka xwediyê rêzebûyerekê ne an na. Mesela Ulyssesa Joyce, Kara Kitapa Orhan Pamuk, Kapanda Üç Kaplana Cabrera Infante, di edebiyata kurdî de Heteroglossîaya H. Kovan Baqî...
[Ramazan Alan]
Devamı
Format |
:Kitap |
Barkod |
:9786052356289 |
Yayın Tarihi |
:2017-06-20 |
Yayın Dili |
:Kürtçe |
Baskı Sayısı |
:1.Baskı |
Sayfa Sayısı |
:122 |
Kapak |
:Karton |
Kağıt |
:2.Hamur |
Boyut |
:135 X 210 |