Jineke spî lingan hildide û ji nav herdu ranên ji hev dûr çûyî petrol diherike.

Piştî Mirî Ranazin, Mêrê Avis û Jinên Qatên Bilind Helîm Yûsiv vê carê jî bi romanekê derdikeve pêşberî me: Sobarto; welatê serseriyan, welatê leqeban, navên çewt û axa hetîketiyê, welatê ku ji erebeya dîrokê ket, coxrafya dev li guhê wî kir
Nivîskar şeş deriyên vî welatê ku goştê evîndarên xwe dixwe û hestiyên wan davêje kolanan vedike, me li welatê Sobarto digerîne, lê hîn çend deriyên din hene, eger hûn bixwazin hûn dikarin vekin.

Gava we kilît nedîtin, hûn dikarin hêdî hêdî wan ji cih derxînin, an jî eger we xwest, deriyan bişkînin, ji ber ku ezê we li ber deriyê heftan bihêlim, lêborînê dixazim, hêviya min ew e ku hûn bi xwe derbas bibin
Fermo!

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9789757112587
Yayın Tarihi :1999-01-01
Yayın Dili :Kürtçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :203
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :195 X 130
Emeği Geçenler :
Yazar   : Helîm Yûsiv
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler