Yek ji kevintirîn kitebên dîrokê Tarîx ur-Rusul we l-Milûka Ebû Cafer Mihemed ibn Cerîrê Teberî bi kurdî çap bû. Kurd di tarîxa Teberî de ji beşen dîroka Teberî ya li ser kurdan pêk tê û ji aliye Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hatiye wergerandin û amadekirin.

Yek ji dîroknasên rûmetbilind î berhemdar yê serdema Îslamê xwediyê berhema Tarîx ur-Rusul yan jî el-Umem we el-Mulûk: Dîroka Pêxember yan jî Milet û Padîşahan Ebû Ca'fer Mihemed ibn Cerîrê ibn Yezîd ibn Xalidê Teberî (224-310/839-923) ye.

Berhema Teberî di forma kitêbên salewextî de ku sal bi sal bûyerên salane didin, hatiye nivîsîn û bûye wek bingeh û çavkanî ji bo dîroknasiya Erebî ya Îslamê. Ew hê ji çaxên berî dîrokê dest pê dike û pêl bi pêl pê ve tê heya digihê serdema Îslamê. Ji serdema Îslamê û pê ve jî ew sal bi sal li pey hev didomîne ta ku digihîje sala 915an.

Kitêba dîrokê ya Teberî di nav dîroka Îslamê de, yek ji wan kitêbên dîrokê yên rasttirîn û pêbawertirîn hatiye dîtin. Ew bi awayekî berfireh û bi rêk û pêk hatiye nivîsîn û gelek agahdariyên girîng î hêja ji devên saloxdarên (rawiyên) serwext dide xwendevanan ku xwendina wê jî xweş û hêsa ye.

Dîroknivîserê me bi vê berhema xwe, xebata tarîxzanên berî xwe yên mîna Yaqûbî, Belazûrî, Waqidî û Ibn Sa'd temam kiriye û ji dîroknasên pey xwe yên mîna Mes'ûdî, Mîskeweyh, Ibn Esîr, Ibn Xeldûn û yên din re jî rê vekiriye û çavkaniyeke hêja û tekûz ji wan re hiştiye.
Tarîxa Teberî deh cild in, cildê pêşî li ser afirandina cîhanê û ya mirovan e, ew hin bi hin pê ve diçe û cild bi cild lê didomîne heya ku digihîje serdema pêxemberan û şah û qralên hevçaxên wan. Ew wan li gor rêza hatina wan di Tewrat û Incîl û Sihûfan de digel delîl û şiroveyên ji Quranê li pey hev rêz dike ta ku digihîje heyamê Îslamê.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786052246085
Yayın Tarihi :2018-03-27
Yayın Dili :Türkçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :184
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :135 X 215
Emeği Geçenler :
Yazar   : Ebu Cafer Mihemed ibn Cerire Teberi
İlgili Eserler