Lêkolîna Ahmet Seyari a bi navê Kurdên Merwanî / Di Tarîxu Meyyafariqînê ya Îbnu'l-Ezreq el-Fariqî de derket.
Kitêba Îbnu'l-Ezreq ya bi navê Tarîxu Meyyafariqîn çavkaniya yekem e ku bi berfirehî der heqê kurdên Merwanî de agahiyên girîng dide. Beşeke serbixwe ya pirtûkê der heqê kurdên Merwanî de hatiye nivîsîn. Tarîxu Meyyafariqîn ji aliyê Îbnu'l-Ezreq ve di sedsala XIIan de hatiye nivîsîn. Nivîskarê berhemê, Fariqî, di serdema Artûqiyan de di rêvebiriya dewletê de cih girtiye û karê rêvebiriya weqfan meş